Civîn û şêwirînên Reyîsî di civîna şeşem a serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê da
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li kêleka civîna şeşem a serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê di gel serokên van welatan civiya.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê bi mebesta beşdariya di civîna şeşem a serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê da çû Tirkmenistanê.
Axaftina di civîna şeşem a serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê da û hevdîtina tev serokên welatên beşdar ji bernameyên serdana Reyîsî ya Tirkmenistanê ne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê li kêleka civîna şeşem a serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê li Eşq Abada Tirkmenistanê civiyan.
Reyîsî beriya vêya tev Serdar Berdî Muhemedov serokomarê Tirkmenistanê û Qurbanqulî Muhemedov serokê Meclîsa Mesleheta Gel a Konseya Neteweyî ya Tirkmenistanê civiya.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha li kêleka civîna şeşem a serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê di gel Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê jî civiya.