Wezîrê Derve yê Tirkmenistanê pêşwaziya Emîr-Ebdullahiyan kir
Hezîran 28, 2022 22:21 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Tirkmenistanê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê piştî hevdîtina digel rayedarên Tirkiyê li Enqerê, ber bi Aşqabatê ve birêket û biryar e di civîna wezîrên karên derve yên welatên dorhîla deryaya Xezerê de beşdar bibe.
Li gorî rapora IRNA`yê; Wezîrê Karên Derve yê Tirkmenistanê Berdî Muhamedov pêşwazî li hatina Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan ji bo beşdariya di Civîna Wezîrên Karên Derve yên dorhêla Deryaya Xezerê de kir.