Reyîsî: Bila potensiyelên ticarî û tranzîtî yên welatên endamê D8'ê bên berçavgirtin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Gelek potensiyel li welatên D8'ê ji bo zêdekirina danûstandinên ticarî û tranzîta kelûpelan hene ku nehatine berçavgirtin.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemê di hevdîtina tev Îsîyaka Ebdulqadir Îmam Sekreterê gişt ê Rêxistina D8'ê da tevî tekeziya li ser vêya ku siyaseta Komara Îslamî ya Îranê hevkariya bi rêxistinên navçeyî, navneteweyî û cîhanê ra ye, got: Îran amade ye ku destkeftên xwe yên teknolojî û zanistbingeh di gel welatên D8'ê parve bike.
Reyîsî tevî pêwîstzanîna zêdekirina danûstandinên ticarî navbera endamên Koma D8'ê, got: Bila endamên vê rêxistinê hewil bidin ku tevî çalakkirina potensiyel û zirûfên xwe, danûstandina ticarî navbera welatên endamê zêdetir bikin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Amerîka naxwaze ku welatên di halê pêşketinê bi pêş kevin û hez dike ku ev welatana bi her awayekî girêdayî bi pergala serdestîxwaz bin.
Îsîyaka Ebdulqadir Îmam jî Îran wek endamekî çalak ê D8'ê da zanîn û got: Berçavgirtina potensiyela gelhe û nifûsê ji bo welatên endamê D8'ê û zêdekirina danûstandinên ticarî di navebra endaman da du stratejiyên girîng ên wî yên rêveberiyê ji dema bidestxistina sekreteriya vê rêxistinê va ne.
Sekreterê gişt ê Rêxistina Hevkariya Aborî ya 8 welatên di halê pêşketinê yên Îslamî nasyar bi "D8" ji bo hevdîtina tev rayedarên Îranê serdana Tehranê kiriye.