Hezîran 19, 2022 22:57 Asia/Tehran
  • Berdevkê hikûmeta Îranê: Paşxana dîrokî ya Îranê weke navendeke derbasbûnê ya navçeyî ji nû ve zindî dibe

Berdevkê hikûmeta Îranê amaje bi cihê erdnîgariya Îranê kir û got: Îran dibe navendeke transit û derbasbûnê ya navçeyî.

Piştî cîbicîkirina biryara hikûmeta 13ê ya ji bo bihêzkirina peywendiyên ligel cîran û welatên navçeyê û herwiha plana Wezareta Rê û Bajarvaniyê ya ji bo bihêzkirina tranzîta rêyan û rêyên hesinî ji riya xaka Îranê û destpêkirina korîdorên nû, yekem Trêna tranzîtê ya Qazaqistan-Tirkmenistan-Îran-Tirkiye,  Barê transîtê yê gogirdê yê Qazaqistanê danê sibê roja Îniya borî ji sînorê rêya hesinî ya Înçê-Burûnê derbasî  welêt bû û dê di demek nêzîk de bigihêje Tehranê.

Berê kelûpelên Qazaqistanê bi rêya bendera Oktaviyayê diçûn bendera Bakûyê û paşê bi trêna Bakû-Tiflîs-Qersê diçûn Tirkiyê, lê piştî zêdekirina lêçûnên keştiyan, rêya hesinî ya Îranê şûna korîdora berê ya derya-trênê ji Qazaqistanê ber bi Tirkiyê ve girtiye.

Serepeyv