Reîsî: Îran û Qazaqistanê potansiyela baş a zêdekirina qebareya bazirganiyê bo 3 milyar dolarî hene
Serokê Komara Islamî ya Îranê li civîneke çapemeniyê ya hevpar digel serokomarê Qezaqistanê, bal kişand ser vê yekê ku her du welat ji bo zêdekirina qebareya bazirganiyê bo 3 milyar dolarî, şiyanên baş hene.
Serokomarê Qazaqistanê îro Yekşemê li ser vexwandina fermî ya serokomarê Îranê di serokatiya şandeke pilebilind a siyasî û aborî de gihîşt Têhranê.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî îro li civîneke rojnamevaniyê ya hevpar li gel Qasim Cumert Takayev serokomarê Qazaxistanê, serdana wî ya Têhranê wek xala werçerxanê li pêşdebirina peywendiyên her du welatan bi nav kir û got: Peyman û rêketinnamên ku îro di navbera her du welatan de hatine îmzekirin an jî beriya niha hatine îmzekirin, nîşana girîng a îradeya Îran û Qazaqistanê ya pêşxistina peywendiyan e.
Reîsî her wiha got, di warên çandinî, pîşesazî, veguhestin û tranzît, enerjî, petrol û gazê de dibe ku hevkariyên berfireh di navbera her du welatan de çêbibin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê hevpariyên çandî û şaristanî yên her du welatan wek platformeke guncaw ji bo peywendiyên çandî yên pir baş di navbera her du miletan de nirxand û got: Bi giştî gotûbêjên ku îro hatin kirin, rê li ber berfirehkirina hevkarî û peywendiyên her du welatan vekir.
Reîsî herwiha got: Komara Îslamî ya Îranê ji bilî peywendiyên dualî digel Qezaqistanê, rijd e li berfirekirina peywendiyên navçeyî û hevkariyên du welatan û welatên navçê û ji wan di nav rêxistinên navçeyî yên wek Rêxistina Hevkariya Şanghayê û Yekîtiya Ewrasyayê de.
Serokê Komara Islamî ya Îranê hevkarîkirina bi cîranên deryaya Xezerê re ji bo Îranê ji karên pêşîn nirxand û got: Me biryara berfirehkirina vê hevkariyê heye û her du welat ji bilî hevkariyên navçeyî, dixwazin di saziyên navneteweyî û hevkariyên navneteweyî de jî gavên cidî bavêjin.
Raîsî got: "Her wiha her du welat li ser wê yekê hevfikir in ku hebûna biyaniyan li navçê bi ti awayî ewlehiyê çê nake û tu pirsgirêkan li navçeyê çareser nake û baweriya hevbeş jî ew e ku tenê welatên navçê dikarin arîşeyên navçê çareser bikin."
Serokomarê Qazaqistanê jî li vê hevdîtinê got: her du alî hez dikin ku ji îmkan û derfetên heyî yên di warê tranzît û veguhestina kelûpelan de ji bo bihêzkirina peywendiyên aborî û bazirganî sûd werbigirin.
Takayev her wiha got: Me gotûbêjên baş li ser hevkariyên di warê berhemanîn û çandiniyê de kir ku dikare roleke bibandor li pêşxistina asta peywendiyên her du welatan bilîze.