Rêberê Înqilabê li hevdîtina serokomarê Tirkmenistanê: Berfirekrina peywendiyan di berjewendiya du welatan de ye
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi serokomarê Tirkmenistanê, kûr û berfirekirina peywendiyan di berjewendiya her du welatan de da zanîn.
Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Nivîsgeha Rêbertî, Hezretê ayetullah Xamineyî Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, îro Çarşemê li hevdîtina serokomarê Turkmenistanê Serdar Berdî Muhemedov û şanda pê re berfirekirin û kûrkirina peywendiyan bi temamî di berjewendiya her du welatan de da zanîn û got: Siyaseta hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê berferehkirina peywendiyan bi welatên cîran re ye û ev siyaset tam rast e.
Hz. ayetullah Xamineyî bal kişand ser vê yekê ku derbasbûna ji tengasî û astengan bi îradeya cidî ya her du welatan bo berfirekirina peywendiyan ve girêdayî ye û di dewamê de got: Helbet peywendiyên dostane yên Îran û Turkmenistanê li ser asta navçeyî û cîhanî dijberên xwe jî hene, lê divê berbend û astengî bên derbaskirin.
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî pêgirî kir: Komîsyona Hevkarîya Hevbeş a di navbera her du welatan de divê bi awayekî cidî aktîv bibe û lihevkirin bi şopandina berdewam bigihêjin hedef û encama pêdivî.
Di vê hevdîtinê de ku Serokkomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî jî tê de amade bû, Serokkomarê Tirkmenîstanê Serdar Berdî Muhamedov got: Armanca yekem a hikûmeta Tirkmenan berfirehkirina peywendiyan bi cîranên xwe re ye û li gorî belgeyên hevkariyê yên ku îro hatine îmzekirin em hewl didin vê yekê bicih bînin. Di vê çarçêvê de em dixebitin têkiliyên baş di navbera her du welatan de di warên curbicur de bi taybetî gaz, elektrîk û barhilgiran û herwiha cîbicîkirina projeyên mezin bihêztir bikin.
Serokomarê Tirkmenistanê amaje bi 30 saliya peywendiyên di navbera her du welatan de jî kir û got: "Ez bi navê xwe û gelê Tirkmenistanê spasiya piştevaniya we ya berdewam bo kûrkirina hevkarî û têkiliyên Îran û Turkmenistanê dikim."