Merasima pêşwaziya fermî ya “Reîsî” ji serokomarê Turkmenistanê
Merasima pêşwaziya fermî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji serokomarê Tirkmenistanê dest pê kir.
Serdar Berdî Mihemedov serokomarê Turkmenistanê duh (sêşemî) li ser vexwandina fermî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî de giheşte Têhranê.
Hevdîtin û gotûbêjên bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê, lidarxistina civîna hevpar a heyetên pilebilind ên du welatan û îmzakirina çend belgeyên hevkarî û rêketinnaman ji planên sefera du rojî ya Berdî Muhemedov bo Tehranê ye.
Ev yekem serdana Berdî Mihemedov e bo Tehranê piştî destbikarbûna wî di posta serokomartiya Turkmenistanê de.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, merasima pêşwaziya fermî ya ``Seyd Îbrahîm Reîsî`` serokkomarê Îranê ji Serdar Berdî Muhemedov serokkomarê Tirkmenistanê, îro çarşemiyê li Kompleksa Çandî ya Sedabadê ya Tehranê dest pê kir.