Hezîran 14, 2022 21:27 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkmenistanê gihîşt Tehranê

Serokomarê Tirkmenistanê di serokatiya şandeke pilebilind a siyasî û aborî de gihîşt Tehranê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mehr, Serdar Berdî Mihemedov serokomarê Turkmenistanê îro sêşemê berêvarê li ser vexwandina fermî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî de gihêşte Têhranê.

Pêşwaziya fermî li Kompleksa Seadabadê, hevdîtin û gotûbêja bi serokê Komara Îslamî ya Îranê, lidarxistina civîna hevpar a heyetên pilebilind ên du welatan û îmzakirina çend belgeyên hevkariyê û rêketinnaman ji planên sefera du rojî ya Bradî Mihemedov bo Tehranê ye.

Ev yekem serdana Berdîm Mihemedov e bo Tehranê piştî destbikarkirina di posta serokatiya Turkmenistanê de.

Serepeyv