Emîr-Ebdullahiyan: Bingehên berfirekirina peywendiyên Îran û Turkmenistanê li ser xêmên qahêm û bihêz hatine danîn
"Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vê yekê ku bingehên geşepêdana peywendiyên Îran û Tirkmenistanê bi başî û bi bihêz hatine danîn, pêgirî kir: "Lihevhatin û rêkeftinên me yên berfireh hene ku divê em ber bi cîbicîkirina tam a wan gavan bavîjin."
Hikûmeta 13mîn a Îranê ji dema destbikarbûna xwe li 3ê Tebaxa 2021an ve, pêkanîna hevsengiyê di siyaseta derve de ragihandiye û berfirehkirina hevkariyên bi cîranên xwe û welatên navçê re, kiriye bernama xwe ya yekem di siyaseta derve de.
Serdar Berdî Mihemedov serokomarê Turkmenistanê îro sêşemê li ser vexwandina fermî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî de dê bigihêje Têhranê.
Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê û Reşîd Merdov wezîrê karên derve yê Tirkmenistanê îro (sêşemê) berî ku serokkomarê Tirkmenistanê bigihêje Tehranê bi hev re hevdîtinek pêk anîn û ser mijarên bal kêş ji bo her du-aliyan gotûbêj kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê karên derve yê Îranê li vê hevdîtinê de pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên vê dawiyê yên serokomariyê li Turkmenistanê kir û bal kişand ser girîngiya serdana îro ya serokomarê Tirkmenistanê bo Têhranê di 30`emîn salvegera pêkanîna peywendiyên di navbera her du welatan de.
Emîr-Ebdullahiyan di dema nirxandina projeyên aborî, siyasî û çandî yên di navbera her du welatan de got: Di vê salê de sê mijarên girîng ên hevkariyê yên her du welatan hene, di nav wan de Komîsyona Hevbeş a Aborî ya 17-emîn, Komîsyona Hevbeş a Konsolosî û Sînorî ya 15-emîn, û lidarxistina komîteyeke hevbeş ji bo şêwirên siyasî di navbera her du wezaretên derve de, ku pêwîstî bi guhdana herdu aliyan heye.
Reşîd Merdov wezîrê karên derve yê Tirkmenistanê jî spasiya mêvanperwerî û plansaziya baş a Komara Îslamî ya Îranê kir û destnîşan kir ku serdana serokomarê Tirkmenistanê bo Têhranê girîngiya awarte ya vî welatî ji bo peywendiyên digel Îranê nîşan dide û got: Hikûmeta Tirkmenistanê belge û planên curbicur ji bo vê seferê amade kirine û hêvî dike ku di vê seferê de destpêkeke cidî ji bo bi hev re xebitîna du welatan pêk were.
Di vê hevdîtinê de, her du aliyan deryaya Xezerê wek deryaya dostanî, hevaltî û aşitiyê nirxand ku ji bo parastina vê aramî û ewlehiyê û jîngeha wê ya taybet pêwîstî bi hevkariya hemû aliyan heye.
Pirsên herêmê ji wan Efxanîstan û pêşhatên herêma Asyaya Navîn mijarên din ên hevdîtinên her du aliyan bûn.