Balyozê Îranê li Yanûnê: Derxistina biryara azadkirina keştiya neftê ya Îranê hat piştrastkirin
Balyozê Îranê li Yanûnê di twitterê da nivîsî: Derxistina biryara azadkirina keştiya neftê ya Îranê hat piştrastkirin.
Yenûnê Gulana 2022an keştiyeke bi alaya Îranê desteser kiribû.
Hêza deryayî ya Sipaha Pasrên Înqilaba Îslamî jî wek berteka li hemberî vî karê dewleta Yûnanê, 2 keştiyên neftkêş ên Yûnanê ji ber binpêkirinên pêkhatî li nav avên Kendava Farisê desteser kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Balyozê Îranê li Yanûnê tevî amajeya bi betalkriina biryara desteserkirina nefta Îranê ji aliyê Dadgeha Venihêrînê ya Yûnanê va got: Heta piştrastbûna ji cihanîna tam a biryarê, ev mijar dê di rojeva şêwirînên giştalî yên du welatan da bimîne.
Ehmed Nadirî, Balyozê Îranê li Yanûnê di twitterê da nivîsî: Li pey şopandinên giştalî, Dadgeha Venihêrîna Yûnanê biryara dadgeha seretayî derbarê desteserkirina nefta Îranê betal kir û tevahiya barê neftê dê were vegerandin.