Emîr-Ebdullahiyan: Nexşerêya hevkariya demdirêj a Îran û Hindê digihêje qonaxa dawiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334434-emîr_ebdullahiyan_nexşerêya_hevkariya_demdirêj_a_Îran_û_hindê_digihêje_qonaxa_dawiyê
Wezîrê karên derve yê Îranê qala gihîştina nexşerêya hevkariya demdirêj a Îran û Hindê bo qonaxa dawiyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 08, 2022 05:37 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Nexşerêya hevkariya demdirêj a Îran û Hindê digihêje qonaxa dawiyê

Wezîrê karên derve yê Îranê qala gihîştina nexşerêya hevkariya demdirêj a Îran û Hindê bo qonaxa dawiyê kir.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê ku çûye Hindê, di dema derbasbûna bo vî welatî da got: Rojeva ssereke ya gotûbêja di gel rayedarên Hindê, gihandina nexşerêya hevkariya demdirêj a navbera du welatan bo qonaxa dawiyê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Hind hertim di rêka pêkvejiyana aştiyane da meşiyaye.

Wezîrê karên derve yê Îranê ji bo hevdîtina tev rayedarên bilind ên Hindê berêvara Sêşemiyê, berê xwe da Dehliya Nû û berbanga Çarşemiyê derbasî vî bajarî bû.