May 30, 2022 23:52 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Berçavgirtina potensiyelên navxweyî çeka boykotan bêbandor dike

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî boykot wek çeka hêzxurtan li hemberî welatan da zanîn û tekez kir: Berçavgirtina hêz û potensiyelên navxweyî çeka boykotan bêbandor dike.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê di hevdîtina tev Îmam-Elî Rehman serokkomarê Tacîkistanê û taxima pê ra tevî amajeya bi mijarên hevpar ên dîrokî, dînî, çandî û zimanî yên Îran û Tacîkistanê, du welat wek xizm û bira bi nav kirin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî erdnigariya cihêreng a Îranê û erd û deştên berfireh û pêşketinên zanistî û teknolojî û pêşeyî û kompaniyan zanistbingeh li Îranê û her wiha ava zêde û kanên berfireh li Tacîkistanê wek warên xurtkirina hevkariyan da zanîn û got: Tevî hebûna boykotan, Komara Îslamî ya Îranê pêşketinên baş di warên cûr bi cûr da hebûye û eger boykot nebûna, ev pêşketin nedihatin bidestxistin, ji ber ku boykot bûn sebeb ku em pişta xwe bidin hêz û potensiyelên xwe yên navxweyî.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî potensiyel û zirûfên teknîkî û mihendisî, pêşeyî û zanistî yên Îranê ji bo alîkariya bo Tacîkistanê gelekî zêde û girîng nirxanidn û got: Ji bo bikaranîna van derfetan û berfirehkirina cidî ya hevkariyan, divê komîsiyona hevpar bi awayekî cidî ji bo hemû belgeyên îmzekirî plan darêje û demajo diyar bike da ku bigihêjin qonaxa cihanînê.

Wî her wiha tevî tekeziya li ser vêya ku yek ji warên hevkarî û hevfikirîna navbera Îran û Tacîkistanê mijarên navçeyê û bi taybet rewşa Efxanistanê ye, got: Nîgeraniyên Îran û Tacîkistanê derbarê Efxanistanê hevpar in û her du welat ji berfirehbûna terorîsmê û komên tekfîrî li vî welatî nîgeran in û baweriya me ev e kesên ku niha li Efxanistanê desthilatdar in divê bikarin bi hikûmeteke giştalî hemû koman bi kar bînin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha tevî amajeya bi serdana vê dawiyê ya Serokê Erkantiya Gişt hêzên çekdar ên Îranê bo Tacîkistanê û vekirina karistana berhemanîna dronan, ev cûre hevkarî gelekî girîng nirxandin û got: Dron roja îro hokareke girîng di ewlehiya welatan da ye.

Îmam-Elî Rehman serokkomarê Tacîkistanê jî di vê hevdîtinê da tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ya zehf ji hebûna li Tehranê û hevdîtina bi Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ra, amaje bi gotûbêjên xwe tev serokê Komara Îslamî ya Îranê kir û got: Gotûbêjine baş di warên cûr bi cûr da ji wan pêwendiyên ticarî û aborî û pêşeyî pêk hatin û li gorî belgeyên îmzekirî, hêvî heye ku bi rênîşandanên cenabê we, pêendiyên du welatan zêdetir ji berê berfireh bibe.

 

Rehman nîgeraniyên ewlehiyê bi  bi taybet derbarê Efxanistanê û berfirehbûna terorîsmê ji mijarên girîng ên navbera du welatan da zanîn û got: Em daxwaza aştî û aramiyê û hikûmeteke bi hebûna gişt etnîkan li Efxanistanê dikin û hêviya me ev e ku bi zêdebûna hevkariyên ewlehiyê navbera Îran û Tacîkistanê, em bikarin li hemberî nîgeraniyan bi ser kevin.

 

Serepeyv