May 29, 2022 17:26 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tacikistanê gihîşt Tehranê

Serokomarê Tacikistanê Îmam Elî Rehman di serokatiya şandeke payebilind a siyasî û aborî de gihîşt Tehranê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Îmam Elî Rehman serokomarê Tacikistanê li balafirgeha Mêhrabad a Têhranê ji aliyê Elî Ekber Mehrabiyan wezîrê av û Elekterîkê ve hat pêşwazîkirin.

Serdana 2 rojî ya Îmam Elî Rehman bo Têhranê bi awayekî fermî hat pêşwazîkirin, gotûbêjên dualî yên di navbera serokomarên her du welatan û şêwirînên şandên her du welatan, îmzekirina çend belgeyên hevkariyê di warên aborî, zanistî, siyasî û çandî û civîneke rojnamevaniyê ji aliyê serokên Îran û Tacîkistanê ve ji bernamên vê serdana serokomarê Tacîkistanê ne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, li ser vexwandina serokomarê Tacîkistanê, di meha Îlona 2021`an de,  di yekem seredana xwe ya derve de wek serokomarê Îranê serdana bajarê Dûşenbê paytexta Tacîkistanê kir û 8 belgenameyên hevkarîyê navbera Îran û Tacîkistanê ji alîyê berpirsên vî welatî û yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin îmzekirin. 

Komara Îslamî ya Îranê di alîkarîkirina Tacîkistanê ji bo bihêzkirina jêrxanên wê û geşepêdana wî welatî de hertim roleke girîng lîstiye û tu astengî li ser pêşvebirina peywendî û hevkarîyên bi Komara Tacîkistanê re jê re tinebûye.

Îran yek ji welatên yekem bû ku serxwebûna hikûmeta Tacîkistanê nas kir û yekem bû ku balyozxana xwe li Duşanbe paytexta vî welatî ava kir.

Ji ber nêzîkatiyên nijadî, dîrokî, çandî, olî û zimanî yên her du welatan, ti welatek bi qasî Komara Îslamî ya Îranê bi Tacîkistanê re nêzîkatiya xwe tineye.

Tacîkistan di siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê de xwediyê pêgeheke bilind e û rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê, peywendiyên her du welatan bi "têkiliyên xizmatiyê" bi nav kirine.

Serepeyv