Li sînorên başûrê rojhilatê Îranê îmhakirina çeteyên qaçaxçiya çek û cebilxaneyê
Fermandeyê Polîsên Sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê ji têkbirina bandên qaçaxçiya çek û cebilxaneyan ji aliyê hêzên zêrevanên sînorê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya başûrê rojhilatê Îranê ve ragihand.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, lîwa Ehmed Elî Goderzî, fermandarê polîsên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê, roja sêşemiyê got: Hêzên sînorî yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li firqeya sînorî ya Zabulê, bi ser ketin û dest danîne ser wesayitek û qaçaxçiyek desteser kirin. 18 çekên kalaş 3 mayinavêj, 3 bombeyên 40 mm û miqdareke girîng cebilxane keşif kirin.
Vî berpirsê payebilind ê Fermandehiya Polîsên Sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê, bi gotina vê yekê ku hewla girtina qaçaxçiyan di rojeva hêzên sînorî de ye û got: Ew rê nadin kesên nebaş û qaçaxçiyên çekdar li ser sînorên welat tevbigerin.