Daxuyaniya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî derbarê şermezarkirina cinayetên siyonîstan li Mizgefta Eqsayê
Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî diyarbûna întifazeya nûjen û amadebûna hemasî û mêrxasane ya nifşa ciwan a Filistînê li meydana berxwedan û têkoşînê wek kawûsa siyonîstan û piştgirên navçeyî û derveyînavçeyî yên wan zanî.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand: Kiryarên destdirêjkerane û cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî Mizgefta Eqsayê ku piştî operasiyonên şehadetxwaziyê yên rojên dawî yên têkoşerên momin û xortên bixîret ên filistînî bi taybet li navenda rejîmê gurr bûne, nîşana tirsa siyonîstan ji pêkhatina întifazeya nûjen û berfirehbûmna têkoşîna gelê Filistînê bo nav xort û nûciwanên filistînî û xurtkirina şiyanên berxwedana dijî siyonîsmê ye.
Ev daxuyanî her wiha dibêje: Bêrêziya nirxên pîroz ên misilmanan û destdirêjiya ser Mizgefta Eqsayê di meha pîroz a Remezanê da ku ji aliyê leşker û hêzên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst bi bicihkirina alavên leşkerî û êrîşa hovane ser têkoşerên bixîret û nimêjkarên bêberevan ên filistînî pêk hat û bû sebeba birîndarbûna zêdetirî 150 kesî, mehkûmî şikestê ye û dê dê bandorekê li rabûna qaremanane ya van rojan a têkoşerên întifazeyê nake, belkî dê siyonîstan tûşî kawûs û pirsgirêkên cidîtir bîne.
Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser pêwîstiya berteka civaka cîhanî li hemberî alûgorên Filistînê û cinayetên van rojan ên xesbkerên Qudsa Şerîf li Mizgefta Eqsayê û erdên din ên dagirbûyî, ragihand: Bêguman dûhatên vê kiryar û komploya xeternak dê tûşî aliyên bêdeng li welatên îslamî û dawakerên mafên mirovan li civatên navneteweyî were û encameke dijwar li raya giştî ya cîhanî ji bo wan bîne.