Nîsan 09, 2022 10:29 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Rejîma Siyonîst koka sereke ya aloziyên li navçeyên dagîrbûyî ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya komara Îslamî ya Îranê bertek nîşanî pêşhatên vê dawiyê li navçên dagirbûyî da û Rejîma Apartheid (apartayd) a Siyonîstî mak û sedema bingehîn a hemû aloziyan li navçên dagirbûyî da zanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê şeva Înê li bara pêşhatên vê dawîyê yên Filistîna dagîrbûyî, got: Nîjadperestî, tepeserkirin, kuştin, zindankirin, bêparkirin û heqareta berfireh a rojane ya gelê mezlûm yê Filistînê û terorîzma tazî ya Rejîma Apartheidê ya Siyonîst, sedemên bingehîn ên hemû aloziyên li navçên dagirbûyî ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, têkoşîna li dijî dagîrkeran mafê rewa, eşkere û xwezayî yê gelê bêparastin ê Filistînê û bersiveke li hemberî êrişên dubare yên siyonîstan ser cihên pîroz ên Qudsê û cinayet û êrişên berdewam ên Rejîma Dagirker a Israîlê li dijî gelê mezlûm ê filistînî yê ku li Qudsa Şerîf û deverên din di bin zextên giran û bêparkirinên curbicur de ne da zanîn û li ser piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji doza Filistînê û têkoşîna rizgarîxwaz a gelê wê pêgîrî kir.

Xetîbzade ji hemû netew, hikûmet û civakên navneteweyî xwest ku ji bo dabînkirina ewlehiya gelê Filistînê li ser esasê prensîba xweparastinê li hember dagîrkerî û terorîzma Rejîma Apartheid ya Siyonîst û rêgirtin li destdirêjî û cinayetên hovane yên siyonîstan li Filistînê tevbigerin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya komara Îslamî ya Îranê di dawiyê de tekane çareseriya aloziya Filistînê lidarxistina referandumê bi beşdariya hemû niştecihên sereke yên Filistînê da zanîn û got: Jii ber reftarên îsyanker, bêqanûnî û bêsoziyên Rejîma sexte ya Siyonîst, berxwedan tekane bijardeya gelê bindest ê Filistînê ye ji bo neçarkirina rejîma dagîrker ku çareseriya demokratîk ji bo azadkirina Qudsa Şerîf qebûl bike û çarenivîsa Filistînê diyar bike. 

Serepeyv