Îran pêşwaziya kêmkirina berhemanîn û çandina madeyên hişber li Efxanistanê dike
Sekreterê Giştî yê Navenda Têkoşîna Dijî Narkotîkê ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê pêşwaziyê li kêmkirina berhemanîn û çandina madên hişber li Efxanistanê dike.
Rêberê koma Talîbanê Malahatullah Akhundzadeh roja Yekşemê biryarek derxist ku çandina hemû berhemên ku ji bo çêkirina madeyên hişber têne bikaranîn lib Efxanistanê qedexe dike.
Li gorî fermana serkirdayetiya Talîbanê, li seranserê Efxanîstanê bikaranîn û veguheztin, kirîn û firotin, îthal û hinardekirin û atolyeyên hilberîna her narkotîkê (afyon, esrar, cam û şerab) li seranserê Efxanîstanê qedexe ye.
Ev ferman di demekê de tê ku hebûna 20-salî ya hêzên biyanî li Afganîstanê bû sedema zêdebûneke bêmînak di hilberîn û çandina narkotîkê de û vê yekê Efxanîstan kiribûn mezintirîn hilberînerê narkotîkê li cîhanê, ku ji sedî 90 ji afyona cîhanê dabîn dike.
"Iskender Muminî" Sekreterê Giştî yê Navenda Têkoşîna Dijî Narkotîka Îranê duh bi şev di bernameyeke televîzyonî de behsa encamên qedexekirina çandina madên narkotîk ji wan xeşxaşkê li Efxanistanê kir û got: Komara Îslamî ya Îranê pêşwaziyê li her hewldanekê ji bo kêmkirina berhemanîn û çandina madeyên hişber li Efxanistanê dike û di dema borî û niha de hemû şêwirînên pêwîst bi civaka navdewletî re kiriye ji bo çareserkirina pirsa çandiniya alternatîf ji bo dabînkirina debara jiyana xelkê Efxanistanê û kêmkirina berhemanîna narkotîkê li Efxanistanê.