Reyîsî: Îran mazûvaniya 4 miliyon efxanî dike
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tevî gelek îdiayên ku ewropî derbarê efxanan hilêxistine, bêyî tu alîkariyekê, roja îro zêdetirî çar miliyon efxanî mêvanê Komara Îslamî ya Îranê ne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyid Îbrahîm Reyîsî êvara Pêncşemiyê li cem nûçegihanan li bajarê Meşhdê yê navenda parêzgeha Xorasana Rezewî li bakurê rojhilatê Îranê, got: Komara Îslamî ya Îranê di vê mijarê da derheqê efxaniyên ezîz hesta berpirsyariyê dike, berovajiya ewropiyan ku tenê li dû xwestekên xwe yên siyasî ne.
Reyîsî got: Tiştê ku roja îro li hundirê Efxanistanê girîng e, damezirandina dewleteke giştalî bi beşdariya tevahiya kom û etnîkan e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê derbarê mijara efxaniyên niştecihê parêzgeha Xorasana Rezewî jî got: Perwerdehî, şêwaza jiyanê û karkirina van welatiyan ji bo Komara Îslamî ya Îranê girîng e, ji ber vê yekê mekanîzmeke navendî wek rêxistineke koçberan bi ofîsên çalak li Xorasana Rezewî û parêzgehên din hatiye berçavgirtin ku were damezirandin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê û endamên taxima dewletê weke serdana yekem a parêzgehan di sala nû da (1401), roja Çarşemiyê derbasî parêzgeha Xorasana Rezewî bûn.