Hevpeyvîna Emîr-Ebdullahiyan û Enrique Mora li Tehranê
Enrique Mora Alîkarê Berpirsê Siyasetên Derve yê Yekîtiya Ewropayê ku ji bo şêwir û hevdîtinên xwe yên li gel Elî Baqirî serokê muzakereyên Îranê hatiye Tehranê, bi Wezîrê Karên Derve yê vî welatî Husên Emîr-Ebdullahiyan re jî civîneke kurt pêk anî.
Di vê hevdîtinê de, Emîr-Ebdullahiyan, tevî sipasî û qedirzaniya ji hewlên Josep Borrell û Enrique Mora, ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê bi cidî beşdarî li gotûbêjên Viyenê bûye û destpêşxeriyên pêwîst ji bo gihîştina bi rêkeftinê hildaye û got: Aliyên din bi taybet Hikumeta Amerîkayê divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî nêzîkatiyek realîst bigire ber xwe.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Nebûna biryareke siyasî ya Amerîkayê ji bo rakirina dorpêçên ku bi berjewendiya aborî ya gelê Îranê ve girêdayî ye, astenga niha li pêşiya bidestxistina encamên dawîn e û ji bo me sûdwergirtina tam a aborî û rakirina bi bandor a dorpêçan mesela sereke û girîng e û eva ji me re di pêşiya her karekî ye."
Di vê hevdîtinê de Alîkarê Berpirsê Siyasetên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora jî raportek li ser rewşa dawî ya danûstandinan û nirxandina xwe ya ji bo pêşdebirinê pêşkêş kir.