Adar 27, 2022 18:46 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Enrique Mora bi Emîr-Ebdullahiyan re

Cîgirê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê li Tehranê bi Wezîrê karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê re civiya.

Li gorî rapora IRNA`yê, Cîgirê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê û koordînatorê hevdîtinên Viyenê Enrique Mora ku serdana Tehranê kiriye, îro yekşemê bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan re hevdîtin pêk anî û li ser mijarên berjewendiya dualî gotûbêj kirin. 

Enrique Mora berî vê hevdîtinê bi Elî Baqirî berpirsê danûstandinan û alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtinek pêk anîbû.

Hevdîtinên gera heştem li Viyenê ku 8ê Sibatê li paytexta Awusturyayê (Otrîşê) bi armanca rakirina dorpêçên zordarane û neqanûnî yên li ser Îranê dest pê kiribû, di 11ê Adarê de ji bo cara çendemîn bi heceta bêhnvedanê hate rawestandin.

Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî berpirs bi caran ragehandiye ji ber ku Amerîka alîyê binpêkirina Rêkeftina Navokî ye, eva Waşîngton e ku divê bi rakirina sizayan vegere ser rêkeftinê û pêdivî ye ku sozên Amerîkayê bêne verast kirin.

Serepeyv