Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332772-amarên_dawî_yên_koronayê_li_Îranê
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 63 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 139 hezar û 865 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2022 19:39 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 63 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 139 hezar û 865 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Pêncşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê hezar û 345 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku ji wan 261 kes rakirin nexweşxanan û bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Kovîd 19ê li welêt gihîşt 7 milyon û 145 hezar û 877 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 842 hezar û 103 nexweşên Covîd-19 baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 476 milyon û 642 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 129 hezar kesan jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.