Adar 18, 2022 21:09 Asia/Tehran
  • Amerîka: Di çend rojên pêşber de lihevkirina bi Îranê re ser peymana nukleerî nêzîk e

Amerîkayê ragihandin ku di danûstandinên bi Îranê re yên li ser peymana nukleerî, ew "nêzî lihevkirineke gengaz bûne."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di mijara danûstandinên li Viyenê de yên li ber mijara nukleerê ragihand ku ew "nêzî lihevkirineke gengaz in." Price diyar kir ku lihevnekirinên bi Îranê re her çend "demeke kurt" jî mabe, ew bawerin ku dikarin çareser bikin.

Li gorî rapora IRNA`yê, malpera Newsweekê roja Pêncşemiyê ji zarê ajansa nûçeyan a IRNA`yê ji zarê berdevkî wezareta karên derve ya Amerîkayê ku navê wî eşkera nekir, got: "Pêşveçûneke girîng (di warê danûstandinên Viyenê de) pêk hatiye û em nêzîkî rêkeftineke muhtemel bûne.

Wî bi bikaranîna taktîka muhletên (oltîmatomên) sexte li ber pêşketina bernama navokî ya Îranê, îdia kir: "Li gor leza pêşkeftina navokî ya Îranê, demeke pir kêm maye ji bo lihevkirinê."

Serepeyv