Adar 17, 2022 13:39 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Hormuzgan a başûrê Îranê bi pileya 6 rîşteran erdhejek pêk hat

Bi sedema rûdana erdhejek bi pileya 6 rîşteran li parêzgeha Hormuzgan a başûrê Îranê, elektirîk li hinek deverên vê parêzgehê qut bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, ji ber erdhejek bihêz danê sibê îro (pêncşemê) li parêzgeha Hormuzgan a başûrê Îranê û piştî ketina çend stûnên elektrîkê, elektrîka gundên Îslamabad, Encire, Xorçah, Binkûh, Hersîn ên beşa Mêhran û Bestekê ketin erdê û qut bûnû ji ber viya cereyana van gundan hatiye qutkirin.

Îro danê sibê saet 03:06ê erdhejek bi tundiya 6 pileya rîşterê li devera nêzîkî Kuxerdê ya ser bi parêzgeha Hormuzganê bi kûrahiya 10 km hejand û tîmên lêkolînê yên Heyva Sor yekser bo wê deverê hatin şandin.

Rêveberê Heyva Sor a parêzgeha Hormuzganê “Muxtar Selehşûr” ragihand: “Heya niha ti pirsgirêkek li ser bajarê Bender Lengehê nemaye”.

Rêvebirê giştî yê rêveberiya qeyranan a parêzgeha Hormuzganê Mêhrdad Hesenzade jî got: Tîmên lêkolînê yekser bo deverê hatine şandin û lêkolînê li deverê dikin daku ziyanên muhtemel binirxînin.

“Welî Bostan” qaymeqamê bajarê Bestekê jî ragihand: heta niha ji ber erdheja îro serê sibê ya bi giraniya 6 rîxterî ziyanên canî nehatine ragihandin.

Serepeyv