Adar 15, 2022 08:50 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan berê xwe da Moskoyê

Wezîrê karên derve yê Îranê terka Tehranê kir û berê xwe da Moskoyê.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê bi mebesta şêwirîna derbarê meseleyên navçeyî û gotûbêjên Viyenê, berbanga Sêşemiyê berê xxwe Moskoyê.

 

Nûnertiya Rûsiyê li saziyên navneteweyî yên li Viyenê jî şeva borî ragihand ku Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê û Sêrgêy Lavrov hevpêşeyê wî yê ûris dê 15ê Adarê li Moskoyê bicivin.

Ofîsa Nûnertiya Rûsiyê li Viyenê ragihand ku ev hevdîtin dê roja Sêşemiyê û bi lêhûrbûna wezîrên derve yên du welatan li ser gotûbêjên Viyenê were lidarxistin.

 

Serepeyv