Adar 08, 2022 10:18 Asia/Tehran
  • Mora: Dem dema biryareke siyasî ye ku danûstandinên Viyenê bi dawî bibin

Koordînatorê gotûbêjên Viyenê got ku dem hatiye ku di rojên pêş de biryarên siyasî ji bo bidawîkirina gotûbêjan bên dayîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Enrique Mora êvara duşemiyê li ser Twitterê nivîsî ku dema biryara siyasî ya bidawîanîna muzakirên Viyenê hatiye: Di vê demê de êdî hevdîtinên fermî nayên kirin.

Di çarçoveya gera heştem a hevdîtinên Viyenê yên di navbera Îran û welatên koma 4 + 1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çîn) û Kordînatorê Yekîtiya Ewropayê de, li Hotêla Coburg a Viyenê, şêwirîn berdewam dikin.

Gotûbêj bi însiyatîfa desteya muzakereyên Îranê bi pêş ve çûne, lê nerazîbûna welatên rojava bi taybetî rêveberiya Joe Biden ji berdêla kiryarên neqanûnî yên rêveberiya berê ya Amerîkayê û berdewamiya kampaniya zexta herî zêde, bûye sedema çêbûna gumanê li ser cidiyeta vî welat ji bo vegerê bo Rêkeftina Navokî û ji ber viya pêvajoya diyalogê dirêjtir bûye.

Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî sozdar çendîn caran ragehandiye ku ji ber wê yekê ku Amerîkayê Rêkeftina Navokî binpê kiriye, divê bi rakirina sizayan vegere ser rêkeftinê û bicîhanîna erkên xwe piştrast bike.

Serepeyv