Adar 03, 2022 22:57 Asia/Tehran
  • Li Îranê 172 nexweşên din ên Koronayê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 172 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 137 hezar û 439 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (pêncşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 6 hezar û 772 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku ji wan hezar û 321 kes li nexweşxanan razandin.

Li Îranê hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 73 hezar û 747 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 696 hezar û 494 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

4 hezar û 98 nexweşên bi Covîd-9 ketine li beşên lênihêrîna kûr ên nexweşxanan tên tedawîkirin.

Li Îranê heta niha 47 milyon û 494 hezar û 176 testên teşxîskirina Covîd-19ê hatine kirin.

Ji ber vîrûsa Koronayê heya niha li çaraliyê cîhanê nêzî şeş mîlyon kesan jiyana xwe ji dest daye.

Serepeyv