Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 203 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 137 hezar û 267 kesan.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Çarşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 6 hezar û 234 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin.
Li Îranê hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 66 hezar û 975 kesan.
Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 678 hezar û 78 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şeva borî 114 hezar û 949 dozên vaksêna Koronayê li welêt hatine derzîkirin.
Vê wezaretê ragihand: Heya niha 62 milyon û 930 hezar û 147 kesan doza yekem, 55 milyon û 553 hezar û 147 kesan doza duyem û 23 milyon û 356 hezar û 372 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksçnîn Koronayê ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 141 milyon û 839 hezar û 666 dozan.