Adar 01, 2022 10:09 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Îran heta hetayê li benda Amerîkayê namîne

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê got: Îran ji bo lihevkirinê amade ye, lê heta hetayê li bendê namîne.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê berbanga Sêşemiyê wek bersiva gotinên Berdevkê Wezareta derve ya Amerîkayê ku gef xwaribû di rewşa dijwarbûna Tehranê da, Waşîngton amade ye ku ji gotûbêjan vekişe, nivîsî: Amerîka bi salan e ku ji Lihevkirina Navokî 'Vekişiyaye', loma divê em piştrast bin ku ev yek êdî dubare nabe.

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê bi gotina vêya ku gotinên mezin mezin tu encamek tunebûye û dê tunebe û encam tenê bi dayîna biryarê pêk tê, ragihand: Hemî welatan ji bo xwe 'Bijardeyên Dewsgir' hene; Her çend ku valabûna bijardeyên dewsgir ên Amerîkayê pêştir ji vêya hatiye selimandin.

 

Serepeyv