Li Îranê 241 nexweşên din ên Koronayê can dan
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 241 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 136 hezar û 631 kesan.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Yekşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 9 hezar û 524 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku ji wan hezar û 682 kes li nexweşxanan hatin razandin.
Li Îranê hejmara kesên ku bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 40 hezar û 467 kesan.
Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 634 hezar û 126 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.
4 hezar û 49 nexweşên ku bi Covîd-19ê ketine li beşên lênihêrîna taybet ên nexweşxanan tên tedawîkirin.
Li Îranê heta niha 47 milyon û 168 hezar û 989 testên teşhîsê yên Kovîd-19ê hatine kirin.
Vîrûsa korona heya niha li çaraliyê cîhanê bûye sedem ku nêzî şeş mîlyon kes jiyana xwe ji dest bidin.