Sibat 25, 2022 00:28 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 226 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara giştî ya qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 135 hezar û 952 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (pêmcşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 12 hezar û 957 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin.

Li Îranê hejmara kesên ku bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 11 hezar û 932 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 579 hezar û 768 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 214 hezar û 28 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatiye derzîkirin.

Wezareta Tenduristiyê herwiha ragihand: Heya niha 62 milyon û 661 hezar û 757 kesan doza yekem, 55 milyon û 297 hezar û 216 kesan doza duyem û 22 milyon û 775 hezar û 852 kesan jî dozên sêyem derziya Koronayê wergirtine. Bi giştî hejmara derziyên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 140 milyon û 734 hezar û 825 dozan.

Serepeyv