Sibat 19, 2022 21:51 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê eşkere kir ku di 24 saetên dawiyê de 191 kesên din yên bi Covid-19 ketine li vî welatî jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemê 19 Sibata 2022 ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 191 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest dan û  bi vê awayê jimara miriyên Koronayê li Îranê gihêşte 134 hezar û 798 kesan.

Vê wezaretê herwiha ragihand ku di van 24 saetên dawiyê de li welêt 12 hezar û 58 nexweşên nû yên bi Covid-19ê hatin tesbîtkirin û jimara nexweşên Koranayê li Îranê bi tevahî derket 6 milyon û 925 hezar û 485 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha da zanîn ku li Îranê heta niha 6 milyon û 458 hezar û 629 kes baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 264 hezar û 547 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatiye derzîkirin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand: 62 milyon û 37 hezar û 154 kesan doza yekem, 55 milyon û 43 hezar û 390 kesan doza duyem û 22 milyon û 68 hezar û 114 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara giştî ya vaksînên ku li Îranê hatine derzkirin gihîştiye 139 milyon û 147 hezar û 658 dozan.

Serepeyv