Sibat 18, 2022 09:44 Asia/Tehran
  • Berteka Îranê li hemberî raporên herifandî ji gotûbêjên Viyenê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Pêncşemiyê bi şev wek berteka li hemberî weşandina raporên herifandî derbarê gotûbêjên Viyenê, destnîşan kir ku lihevkirina dawiyê ji bo dayînan destûra vegeriyana Amerîkayê bo Lihevkirina Navokî dê gelekî ciyawaz di gel rapora bêçavkanî ya herifandî be ku gotegot pêk anîne.

Reutersê çend saetan beriya niha bi îdiaya bidestxistina belgeya 20 rûpelî ya lihevkirina Vioyenê, qala diyarbûna pêngavên ku dê her yek ji aliyan di qonaxa cihanîna lihevkirinê da divê rabikin, kiribû.

 

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li twîterê bi ragihandina vê yekê ku weşandina agahiyên nedurust di bin sîvana ragihandina medyayî karekî xeternak e, her wiha ragihand, bi nêzikbûna li rojên dawiyê, divê em li benda herifandinên zêdetir bin.

 

 

Serepeyv