Xetîbzade: Îran li gotûbêjên Viyenê li benda bersiva aliyên rojavayî ye
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Tu asêbûnek di gotûbêjên Viyenê da tuneye û Îran li benda bersiva aliyên rojavayî ye.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê derbarê pêvajoya gotûbêjên Viyenê got: Gotûbêj derbarê mijarên mayî didome û her çiqas îradeya Amerîkayê û sê welatên ewropî jor da biçe, navbira ji bo pêkhatina lihevkirinê kurtir dibe.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek bersiva vê pirsê ku gelo heta beriya sala nû ya rojî û daawiya Sibatê dê lihevkirinek pêk were, got: Eger aliyên ewropî û Amerîka berisva dahêneriya Îranê di çarçova Lihevkirina Navokî da bidin û mafên gel û mentiqa ku Komara Îslamî ya Îranê daniye ser maseya gotûbêjan were berçavgirtin, hewcetî bi dawiya Sibatê nîne û di kurttirîn demê da em dikarin lihevkirinê ragihînin.
Xetîbzade got: Dema bidesthatina lihevkirinê têkiliya berovajî bi vîna Amerîkayê û aliyên rojavayî heye; Ev lihevkirin li benda biryarên siyasî yên aliyê din e.