Çile 30, 2022 13:51 Asia/Tehran
  • Merasima 12ê Behmenê dê li tirba Îmam Xumeynî (Re) were lidarxistin

Serokê Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî ya parêzgeha Têhrana Îranê got: Merasima taybet a yewmullaha 12ê Behmena îsal dê bi axaftina Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê li herema paqij a Îmam Xumeynî (Re) li başûrê Têhranê were lidarxistin.

Hucet ul-îslam wel-muslimîn Mehmûdî, Serokê Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî ya parêzgeha Têhrana Îranê roja Yekşemiyê di civîna hevahengiya merasima 12ê Behmenê da got: 12ê behmenê salroja hatina Îmam Xumeynî (Re) bo Îrana Îslamî, ji girîngtirîn rûdanên Înqilaba Îslamî ye ku dê heta hetaya dîrokê divê zindî were ragirtin.

Serokê Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî ya parêzgeha Têhrana Îranê got: Bi mebesta rêzgirtina li meqam û cîgeha Îmam Xumeynî (Re) bernameyên taybetî yewmullaha 12ê Behmenê hatine pêşbînîkirin ku ji wan em dikarin amaje bi gulbarana riya meşa Îmam Xumeynî (Re) ji balefirgehê ber bi herema paqij, meşa motorsiwarên hêzên çekdar û merasima taybet li tirba paqij a Îmam Xumeynî (Re) bi axaftina Serokê Meclîsa ÛŞêwraya Îslamî ya Îranê bikin.

Serokê Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî ya parêzgeha Têhrana Îranê got: Cihê rûniştin û axaftina dîrokî ya Îmam Xumeynî (Re) li Goristana Bihişta Zehrayê (S) jî dê were gulbarankirin.

Serokê Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî ya parêzgeha Têhrana Îranê got: Gişt bername dê bi berçavgirtina rêzikên paqjiyê bên lidarxisatin.

 

 

 

Serepeyv