Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê amarên herî dawî yên vîrusa Koronayê li vî welatî eşkere kir.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemiyê 29 Çileya 2022 ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 11 hezar û 731 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 754 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta saetên dawiyê yên îro li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 322 hezar û 183 kesan.
Vê wezaretê herwiha da zanîn ku li Îranê 24 kes ji ber vîrûsa koronayê can dan ku bi zêdekirina wan jimara qurbaniyên vê vîrusê li Îranê heya saetên dawiyê yên îro gihêşte 132 hezar û 380 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê derbar jimara nû ya başbûna nexweşên Koronayê jî diyar kir ku heya niha 6 milyon û 98 hezar û 675 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.