Çile 21, 2022 22:56 Asia/Tehran
  • Li Îranê 20 kesên din ji ber Coronavîrusê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku li Îranê 20 kes ji ber vîrûsa koronayê can dan ku bi zêdekirina wan jimara qurbaniyên vê vîrusê li Îranê heya saetên dawiyê yên îro gihêşte 132 hezar û 172 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 21 Çileya 2022 ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 5 hezar û 276 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku 383 kes ji wan li nexweşxanan dan razandin.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta saetên dawiyê yên îro li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 241 hezar û 843 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 6 milyon û 75 hezar û 730 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Hezar û 228 nexweşên ku bi Covîd 19ê ketine di beşên lênihêrîna giran ên nexweşxanan de tên tedawîkirin.
Li welêt heta niha 43 milyon û 865 hezar û 395 testên teşxîsê yên Covîd-19ê hatin kirin.

Serepeyv