Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 30 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 132 hezar û 2 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê 13 Çileya 2022 ragihand ku 2 hezar û 394 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 274 kes di nexweşanan de hatin razandin û ew ketin bin tedawiya kûr û taybet.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 214 hezar û 781 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 58 hezar û 586 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 317 milyon û 838 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 5 milyon û 532 hezar kes jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.