Çile 07, 2022 20:13 Asia/Tehran
  • Li Îranê Piştî 22 mehan jimara miriyên ji ber Koronayê daket bin 20 kesan

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 19 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 821 kesan. Piştî 22 mehan jimara miriyên ji ber Koronayê daket bin 20 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 7 Çileya 2022 ragihand ku di 24 saetên dawiyê de hezar û 178 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 204 hezar û 224 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 48 hezar û 957 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî herwiha ragihand ku di 24 saetên borî de 155 hezar û 180 dozên vaksîna Koronayê li welêt hatine lêdan.

Vê Wezaret her wiha diyar kir ku 60 milyon û 32 hezar û 419 kesan doza yekem, 52 milyon û 444 hezar û 380 kesan doza duyem û 9 milyon û 505 hezar û 625 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 121 milyon û 982 hezar û 424 dozî. 

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku şeva borî li 22 parêzgehên Îranê tu kes bi koronayê jiyana xwe ji dest nedaye û li 4 parêzgehên Îranê jî tenê kesekê jiyana xwe ji dest daye.

Serepeyv