Revîna serşûrî a Amerîkayê ji Efganîstan û Iraqê; Encama terorkirina şermezarker a Serdar Silêmanî ye
Wezareta Derve ya Îranê, revîna bi rûreşî û serşûrî ya Amerîkayê ji Efganistan û Iraqê, encama terorkirina şermezarker a Serdar Silêmanî bi nav kir.
Li gor Ajansa Nûçeyan a IRIB Newsê; Wezareta Derve ya Îranê bi boneya duyemîn salvegera şehadeta Serdar general Hac Qasim Silêmanî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: Encama terorkirina bi rûreşî ya Serdar Silêmanî aktîvkirina tevahiya eniyên berxwedanê û revîna şermezarker a Amerîkayê ji Efxanistan û Iraqê bû, ku revîna Amerîkayê ji Vîetnamê tîne bîra mirov.
Wezareta karên derve ya Îranê ragihand: Ev rewş ji bilî aloziya stratejîk a rejîma Amerîkayê ne tişteke din e. Rojavayê Asyayê ji qatilên Serdar Silêmanî û kujerên gelên bêparastin ên vê herêmê re nabe wargehek ewle.
Îro Duşemî 03.01.2022 salvegera şehîdkirina General Hac Qasim Silêmanî fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ye.
Fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî serdar general Hac Qasim Sulêymanî, Cîgirê Serokê Rêxistina Heşda Şeibî Ebû Mehdî el-Muhendis û hejmarek ji hevalên wan sibeya roja Înê 3ê Çileya 2020 li nêzîkî balafirgeha Bexdayê paytexta Iraqê di encama êrişeke esmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê de hatin terorkirin û şehîdkirin.