Serdar Qaanî: Şehîd Sulêymanî meydan û dîplomasî bi rê ve dibirin
Fermandarê Hêzza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Şehîd Sulêymanî têkiliya navbera meydan û dîplomasî gelekî baş bi rê ve dibir û hegera wê yekê jî welayetmedariya wî bû.
Serdar Îsmayîl Qaanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê di merasima rêzgirtina duyemîn salvgera şehîdbûna sipehbud serdar hac Qasim Sulêymanî ku li Navenda Lêkolînên Siyasî û navneteweyî ya Wezareta karên derve ya Îranê hat lidarxistin da, got: Ji taybetmendiyên vî şehîdî yek ev bû ku ronahiya hebûna xwe wek welayetmedarî dizanî û eger em dixwazin di riya şehîd Sulêymanî da bimeşin, divê em serbazê Rêber bin.
Fermandarê Hêzza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Şehîd Sulêymanî di warên cûr bi cûr da pêşeng bû û yek ji van pêşengiyan ev bû ku têkiliya navbera dîplomasî û meydanê bi başî pêk anî.
Serdar Qaanî got: Serdar Sulêymanî bi baweriya dînî li siyasetê dinihêrî û her roj serketina li hemberî dijminên mezin didît.
Fermandarê Hêzza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Serketina ku şehîd Sulêymanî ji hundira Têhranê pêk anî, li welatên cûr bi cûr berfireh bû.
Serdar Qaanîê got: Têhran lûtkeya berxwedanê û lûtkeya Înqilaba Îslamî û lûtkeya hevgirtina îslamî ye.