Pîrozbahiya sala nû ya mîladî
Îro (Şemî) 1ê Çileya 2022an, destpêka sala nû ya mîladî ye.
Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina sala nû ya mîladî li hemî mesîhiyên cîhanê bi taybet mesîhiyên Îranê, saleke bi bereket, aramî, aştî û dadmendiyê li seranserî cîhanê hêvî dike.
Seyîd Îbrahîm Reyîsî serokomar û rayedarên din ên Komara Îslamî ya Îranê di rojên dawiyê da bi peyamên xwe bo serok, rayedar û gelên welatên mesîhî, destpêka sala nû ya mîladî pîroz kiriye û hêviya xoşhalî, tendurustî û aştiyê ji bo hemiyan, bi taybet mesîhiyan kiriye.
Hezretê Îsayê Mesîh (S) ji pêxemberên mezin ên Xwedê ye ku di Qurana pîroz da gelekî hatiye rêzgirtin.
Qurana Kerîm di gelek ayetan da Mesîh (S) û cîgeha wî wek pêxemberekî Olol-ezm (xwediyê pirtûk û şerîetê) dide nasandin.