Emîr-Ebdullahiyan: Tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) xwediyê peyama biratiyê ji welatên cînar re ye
Wezîrê karên derve yê Îranê peyama tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn ji bo welatên dost û cîran biratî û ewlehiyê da zanîn.
Li gor IRNAyê,Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr-Ebdullahiyan îro Îniyê beşek ji gotinên Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî li bara hêzên çekdar ên Îranê belav kir û bal kişand ser tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî û nivîsî: Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî bi hêz, hertim mizgîna aştî û aramiya navçê daye û tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn zêdeyî ji viya ku nîşaneya îradeya me ya bêşikest ji bo berevaniya xurt ji welatê Îslamî ye û dayîna bersiveke muhkim bo dijminên vê ax û avê ye û ew ji bo welatên dost û cîran peyama biratî û ewlehiyê ye.
Tetdbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn ji roja Duşemê bona 5 rojan li peravên Kendava Farsê, Tengava Hormuz û herêma giştî ya parêzgehên Hormuzgan, Buşehr û Xuzistanê bi amadebûna hêzên bejahî û deryayî yên Sipayê Pasdaran hat lidarxistin û yekîneyên hêzên hewayî û esmanî û hin yekîneyên seferberiya gel (Besîca Mustezefan) di vê tetdbîqatê beşdar bûn.