Xetîbzade: Balyozê Îranê li Senayê paytexta Dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê ji ber koronayê şehîd bûye
Kanûn 21, 2021 10:31 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê şehîdbûna Balyozê Îranê li navenda Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ji ber nexweşiya koronayê piştrast kir.
Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de ragihand ku Hesen Îrlo sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê şehîd bûye.
Li gorî peyama Xetîbzade, şehîd Îrlo ku di heman demê de canbazê kîmyabaranê yê şerê sepandî jî bû, li cihê wezîfedariya xwe bi vîrusa koronayê ket û ji ber hevkariya dereng ya hin welatan di rewşeke nebaş de vegeriya welat û tevî tedawiyên kûr û zav, îro sêşemê şehîd bû.