Kanûn 17, 2021 23:22 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Fragner roleke girîng di danasîna çand û dîroka Îranê lîst

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Profesor Fragner di danasîna çand û dîroka Îranê û zimanê Farisî bi civaka zanistî ya Ewropayê bi taybetî bi welatên almanîziman re roleke girîng lîst.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Seîd Xetîbzade" berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja îniyê li ser rûpela xwe ya înstagramê sersaxî ji ber koça dawî ya Profesor Brett Fragner, zanayê mezin ê hevdem û damezrînerê Enstîtuya Îrannasiyê yê Otrîşê xwest û nivîdsî: Profesor Fragner yek ji mezintirîn Îrannasên hevdem bû ku nêzîkî 6 deh-salî ji emrê xwe ji bo nasandin û danasadina dîrok, çand û tor û wêjeya Îranê terxan kir.

Xetîbzade herwiha diyar kir: Profesor Fragner roleke girîng di danasîna çand û dîroka Îranê û zimanê Farisî ji bo civaka zanistî ya Ewropayê bi taybetî li welatên Almanîziman hebû û bi nivîsandina gelek berhemên zanistî yên wekî "Bîrewrînivîsiya Îranî" û bi çalakiyên xwe yên mezin, bandoreke mayînde li qada îrannasiyê ya cîhanê bicih hêşt.

Rûpelê Twitterê yê Enstîtuya Îrannasiyê ya Akademiya Zanistên Otrîşê duh jidinêçûna Profesor Brett Fragner di 80 saliya wî de ragihand.

Serepeyv