Kanûn 08, 2021 13:54 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Zêdekirina dorpêçan berovajî cidiyet û îdiaya  Amerîkayê derbarê danûstandinan e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva sêşemiyê li ser Twitterê rexne li tevgera nû ya dijminane ya Amerîkayê ji bo sepandina sizayan li ser çend kes û saziyên Îranê di demên despêbûna gotûbêjên Viyenê de girt.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Seîd Xetîbzade" li ser Twitterê bal kişande ser vê yekê ku di naverasta gotûbêjên Viyenê de jî, Amerîka dest ji sepandina dorpêçên ser Îranê bernade.

Xetîbzadeh dibêje Waşîngton fam nake ku kampaniyayên "şikesta herî zêde" û "vekirina dîplomatîk" li dijî hevdu ne û di dewamê de got: "Zêdekirina cezayan ne tenê nabe darê destan ji Amerîkayê re, di heman demê de li dijî cidîyet û îdiaya vî welatî derbarê danûstandinan e jî."

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Sêşemiyê di dewama kiryarên dijminane yên Waşîngtonê li dijî Komara Îslamî ya Îranê de, siza li ser 8 kes û 4 saziyên Îranê sepand.

Cezayên nû yên Amerîkî di demekê de tên ku hikûmeta Joe Biden îdia dike ku ew dixwaze rê li ber vegerîna Amerîka bo rêkeftina atomî bi riya danûstandinên li paytexta Avusturyayê(Otrîşê), Viyenê, veke.

Serepeyv