Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330375-amarên_dawî_yên_koronayê_li_Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 119 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 129 hezar û 830 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2021 19:46 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 119 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 129 hezar û 830 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  4 hezar û 253 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 801 kes di nexweşanan de hatin razandin û ew ketin bi tedawiya kûr û taybet. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 117 hezar û 445 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 883 hezar û 470 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 262 milyon û 545 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 5 milyon û 227 hezar kes jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.