Erdhejeke bi hêza 5.1 parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê hejand
Mijdar 24, 2021 09:11 Asia/Tehran
Erdhejeke bi mezinahiya 5.1 rîşterî di saet 1:16 ya berbanga çarşemiyê da parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilatê Îranê hejand.
Li gorî rapora IRNAyê, ev erdhej di kûrahiya 11 kîlomitriya erdî da qewimiye.
Enistîûya Jepofîzîk Zanîngeha Têhranê, navenda vê erdhejê navçeya Mizgefta hezretê Ebulfez (S) a parêzgeha Sîstan û Belûçistanê da zanîn.