Rafael Grossi bi Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê re civiya
Mijdar 23, 2021 12:28 Asia/Tehran
Rêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê bi Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê re hevdîtin pêk anî.
Li gor rapora Koma Rojnamegerên Ciwan a Îranê, Rafael Grossî, Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, piştî cîbicîkirina rêketinnamên vê dawiyê bi Îranê re, îro sêşemiyê, bi Mihemed Îslamî, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê re hevdîtin pêk anî.
Grossi şeva Duşemê gihîşt Tehranê.
Biryar e îro jî Rêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê piştî hevdîtina bi serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê re, bi Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê re
Piştî destbikarbûna hikûmeta 13emîn ev duyemîn serdana Rafael Grossî bo Tehranê ye.