Mijdar 22, 2021 19:15 Asia/Tehran
  • Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî: Dijmin tûşî bêhêvîtiyê bûne

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Bêhêvîtî li nav dijmin cihgir bûye, her çend ku ew vê mijarê derew dizanin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serdarê sertîp Remezan Şerîf, Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja duşemiyê di komcivîna seranserî ya besîciyên hesinrêya Komara Îslamî ya Îranê bi boneya rêzgirtina Hefteya Besîcê, got: Amerîka û hevpeymanên wî li Efxanistanê bi hezaran kes kuştin, gelek kuştî û birîndar dan, lê serê axir bi serberjêrî ev ji vî welatî derketin.

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Parlimana Iraqê jî pesendnameya qanûnî danî ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê divê ji Iraqê derkevin û piştrast bin ku zû an dereng dê ev yek biqewime, ji ber ku nefreta gelê navçeyê ji amerîkiyan gihîştiye asta herî bilind.

 

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Reftara ku amerîkiyan di gel xelkê Iraq û Efxanistanê kiirye û reftara ku roja îro hevpeymanên wê tev gelê Yemen û Filistînê dikin, tiştek nîne ku di vîhana îro da berdewam be; Ev serkeftin gişt encama ramana besîcî ye û mînakbûna besîciyan di têkoşîna dijî amerîkiyan da ye.

Hezretê îmam Xumeynî (Re) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê roja 26ê mijdara 1979an fermana damezirandina Rêxistina Besîca Mistezefan da.

 

 

Serepeyv