Mijdar 18, 2021 15:37 Asia/Tehran
  • Bertekên Xetîbzade li hember biryara derbarê rewşa mafên mirovan li Îranê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê “Seîd Xetîbzade” got: Biryarnama rewşa mafên mirovan a Komara Îslamî ya Îranê ku ji aliyê Kanadayê ketiye rojevê û hin welatên rojavayî piştgiriya wê kirine, neqanûnî ye û bi awayekî bingehîn tê redkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Derve ya Îranê, “Seîd Xetîbzade”  roja pêncşemiyê li berteka li hemberî hilêxistina biryarnama derbarê rewşa mafên mirovan li Komara Îslamî ya Îranê di Komîta Sêyemîn a Civata Giştî ya NY de got: Ev biryar li ser dengên qels û belawela, di encama zext û gefên curbicur ên siyasî de hatiye dayîn.

Xetîbzade, amaje bi qeydbendiya Kanada û damezrênerên din ên sereke yên vê biryarnamê bi berdewamiya projeya têkçûyî ya "Bednavkirinê" ya Îranê kir û got: Mixabin hin aktorên ku bi xwe xwedî dîrokeke dirêj di binpêkirina mafên mirovan de ne, di nav wan de bi rêya firotina çekan bo rejîmên otorîter, dîktator û êrîşkar, ji xwe re mafên mirovan kirine darê destan  ji bo pêşdebirina daxwazên xwe yên siyasî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: Tevgerên bêexlaqî û ne rewa ne tenê alîkarê pêşde birina rewşa mafên mirovan û rêzgirtina ji wê li cîhanê nabin, belkî tenê qalibên nerênî û etîketên siyasî li dijî neteweyan zêde dikin.

Serepeyv